Merceyê Iraqê: Pesendkirna Qanûna Hilbijartinê destpêka derbasbûna ji qeyrana niha ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310535-merceyê_iraqê_pesendkirna_qanûna_hilbijartinê_destpêka_derbasbûna_ji_qeyrana_niha_ye
Nûnerê Merceyiyeta Iraqê reforma Qanûna Hilbijartinê tenha rêya dûrbûn ji qewimîna qeyranê li Iraqê da zanîn û daxwaza lezandina vî karî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2019 13:34 Asia/Tehran
  • Merceyê Iraqê: Pesendkirna Qanûna Hilbijartinê destpêka derbasbûna ji qeyrana niha ye

Nûnerê Merceyiyeta Iraqê reforma Qanûna Hilbijartinê tenha rêya dûrbûn ji qewimîna qeyranê li Iraqê da zanîn û daxwaza lezandina vî karî kir.

Ebdulmehdî Kerbelayî, Pêşnimêjê îro yê Nimêja Îniyê ya Kerbelayê û nûnerê Ayetullah Sîstanî ji Merceyên Teqlîdê yên Şîeyan, tevî pêgiriya ser arambûna nerazîtiyan, rijandina xwîna gelê Iraqê Heram da zanîn.

Li gorî nivîsîna malpera Sûmiriyê, Nûnerê Merceyiyeta Iraqê rewşa vî welatî wek "Qeyrana Mezin" bi nav kir û daxwaza reftara aram û bêyî tundiyê digel neraziyan kir.

Wî pesendkirina qanûna Hilbijartina Parlimanê û Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinê wek destpêka derbasbûna ji qeyrana niha ya Iraqê da zanîn û destnîşan kir ku reforma Qanûna Hilbijartinê tenha rêya çareserkirina pirsgirêkan e.