Imaratê aşkirakerê plana xwe ya xerabkaeriyê li Iraqê girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310517-imaratê_aşkirakerê_plana_xwe_ya_xerabkaeriyê_li_iraqê_girt
Imaratê siyasetvanê serbixwe yê iraqî bi navê Izet Elşabender ku çalakiyên xerabkariyê yên Ebû Zebiyê li Irqê aşkira kiribûn, girtiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2019 08:41 Asia/Tehran
  • Imaratê aşkirakerê plana xwe ya xerabkaeriyê li Iraqê girt

Imaratê siyasetvanê serbixwe yê iraqî bi navê Izet Elşabender ku çalakiyên xerabkariyê yên Ebû Zebiyê li Irqê aşkira kiribûn, girtiye.

Li gorî rapora Kanala Meyadînê, Saziya Ewlekariyê ya Imaratê Elşabender li Ebû Zebiyê girtiye û derbasî hotêleka Dubeyê kiriye û îqameta neçarî li ser wî sepandiye.

Li gorî vê raporê, Eger çi ku Elşabender ji malbata xwe ra gotiye ku hatiye girtinê, lê li pey zexta rayedarên imaratî, neçar maye ku bi weşandina babetekê li Twitterê, girtina xwe derew bide zanîn.

Izet Elşabender di aşkirakirinên xwe dijî Imaratê gotibû ku rayedarên imaratî çek û dirav dane çar eşîrên parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê da ku bi damezirandina hêzeka leşkerî rewşê jibo cudakirina vê parêzgehê ji Iraqê xweş bikin.

Li gorî aşkirakirinên vî siyasetvanê iraqî, Imaratê bi vî karî dixwestiye ku pergaleka Konfederasiyonî li aprêzgeha Enbara Iraqê ava bike da ku li gorî plana amerîkî-siyonîstî ya bi navê Danûstandina Sedsalê, awareyên filsitînî li rojavaya Iraqê werin bicîkirin.

Wî di dewama aşkirakirinên xwe rola xerabker a Imaratê di nerazîtiyên Iraqê aşkira kir.

Saziya ewlekariyê ya Iraqê demek beriya niha ragihand ku endamên şebekeyeka imaratî girtiye ku alîkariya komên xerabker di xwenîşandanê da dikirin.