Ebdulmehdî: "Xwenîşandanê kêşeyên pergala siyasî ya Iraqê aşkira kirin"
Serokwezîrê Iraqê di axaftinekê da got ku xwenîşandanê hegerên nakokiya di pêkhateya siaysî û warên cûrbecûr ên jiyanê ku divê werin çareserkirin, aşkira kir.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê malpera Neşreyê, Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya ser vêya ku xwenîşandan maf e û div rêz li Azadiya Derbirrînê were girtin, got: Hemî daxwazên gel divê bi hevkarî û berprisiyariya hevpar û bi berçavgirtina berjewendiyên Iraqê dikarin serê xwe bigirin.
Wî derbarê xwenîşandana Iraqê da got: Xwenîşandanê kêşeyên heyî di pêkhateya siyasî û warên cûrbicûr ên jiyanê ku pêwîst e bên hilkolandin, aşkira kirin.
Ebdulmehdî destnîşan kir: Pêwîst e ku fezayeke sermiyandanîna ewleh jibo kişandina kompaniyan, kêmkirina girêdayîbûna bi petrolê, zêdekirina çavkanî û derfetên şolê were amadekirin.