Xisareta 35 Milyard Dolarî ya gendeliyê li ser abûra Iraqê
Nûnerê parlemana Iraqê ragihand ku gendeliya abûrî salê 35 Milyard Dolar xisaret digehîne abûra vî welatî.
Riyaz El-Mesûdî Nûnerê hevalbendiya Sairûnê li parlemana Iraqê li gotûbêja xw ya tev ajansa El-Meilûme got: "Gendeliya abûrî salê 35 Milyard Dolar xisaret digehîne abûra vî welatî û ji ber vê gendeliyê Iraq ji sermayeguzariya biyanî bê par e û xîncî pişka niftê tu sermayeguzarek biyanî hazir nabe ku li nav vî welatî sermayeguzariyê bike."
Riyaz El-Mesûdî destnîşan kir; "Helbet sermayeguzariya biyanî li pişka niftê bi xwe jî sebebek sereke ye bona çêbûna gendeliyê li nav Iraqê."
Dewra dudyan a xwenîşandanên li Iraqê ji îniyê 25 Cotmehê va destpê bûye û xelkê nerazî ji ber bêkarî û gendeliya berfireh di nav sîstema îdarî ya vî welatî da hîn jî dewamê didin xwenîşandana xwe.
.