Rêveberê Istixbaratî yê Parêzgeha Selahedînê ya Iraqê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310455-rêveberê_istixbaratî_yê_parêzgeha_selahedînê_ya_iraqê_hat_kuştin
Çavkaniyeke ewlehiyê yê Iraqê ragihand ku ji ber teqîna bombeyê, Rêveberê Istixbaratî yê Parêzgeha Selahedînê ya Iraqê ya li bakurê Bexdayê hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2019 05:42 Asia/Tehran
  • Rêveberê Istixbaratî yê Parêzgeha Selahedînê ya Iraqê hat kuştin

Çavkaniyeke ewlehiyê yê Iraqê ragihand ku ji ber teqîna bombeyê, Rêveberê Istixbaratî yê Parêzgeha Selahedînê ya Iraqê ya li bakurê Bexdayê hat kuştin.

Sumiriye Newsê ragihand: Rêveberê Istixbaratî yê Parêzgeha Selahedînê ya IraqêSêşemiyê bi şev ji ber teqîna bombeyê ku ji aliyê DAIŞê va hatibû bicîhkirin, hat kuştinê.

Di vî halî da sertîp Nuiman Ebd Necm Zûbeyî, Fermandarê operasiyona Nêynewayê ya Iraqê qala kuştina 6 endamên DAIŞê li nav tûnêlekê li çiyayên Badûşê yên parêzgeha Selahedînê kir.

Zûbeyî her wiha got: Fermandetiya operasiyona Nêynewayê bi hevahengî û êrîşên Hêza esmanî ya Iraqê tûnêla ku endamên DAIŞê têde bûn ji nav birin û hemî DAIŞiyên têde hatin kuştin.

Heftiya bihurî jî hejmareka endamên DAIŞê li bakurê Iraqê hatin kuştin.