Tirkîyê êrişî bajarokê Xanesorê kir
Tesrîn 19, 2019 12:37 Asia/Tehran
Tirkîyê îro bi firokeyên bêfirokevan êrişî bajarokê Xanesorê ser bi Şingalê kir.
Çavkanîyên nûçan ragihandin ku îro berî nîvro Artêşa Tirkîyê bi firokeyên bêfirokevan êrişî bajarokê Xanesorê ser bi Şingalê kir lê, derbarê zîyanên wê êrişê de hê tu raporek nehatîye weşandin.
Şayanî gotinê ye ku di 4`ê vê mehê de jî balafirên cengê yên Tirkîyê êrişî bajarokê Xanesorê kirin ku di encamê de 3 şervanên Yekîneyên Berevanê Şingalê (YBŞ) birîndar bûn.