Biryara girtin û zevtkirina heyitiyên parlimanterekî iraqî hat dayînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310411-biryara_girtin_û_zevtkirina_heyitiyên_parlimanterekî_iraqî_hat_dayînê
Saziya Dadweriyê ya Iraqê biryara girtin, sepandina qedexeya derketinê û destdanîna ser heyitiyên nûnerekî vî welatî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2019 16:18 Asia/Tehran
  • Biryara girtin û zevtkirina heyitiyên parlimanterekî iraqî hat dayînê

Saziya Dadweriyê ya Iraqê biryara girtin, sepandina qedexeya derketinê û destdanîna ser heyitiyên nûnerekî vî welatî da.

Li gorî rapora Fars Newsê, Saziya Dadweriyê ya Iraqê îro anku Duşemiyê, fermana girtina Telal Zûbeyî nûnerê Parlimana Iraqê da û qedexeya derketinê li ser wî sepand.

Li gorî vê raporê, Her wiha fermana destdanîna ser temamiya heyitiyên tên veguehstin  ûnayên veguhestin yên Zûbeyî hatiye dayînê.

Hin çavkaniyan sûcê vî parlementerê parlimana Iraqê ji lîsteya Qerarê gendelî û neçêbiakranîna cîgeha xwe dane zanîn.

Ji aliyê din va, Seid Hedîsî Berdevkê serokwezîrê Iraqê jî îro di hevpeyivîna digel ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê got: Bi dehan biryar jibo hejamreka wezîr, nûner, rêveberên giştî yên niha û berê hatiye dayînê û ev yek ji desteyên lêkolînê yên têkildar bi dadgeha cezayî ya navendî ya gendeliyê hema wisa tê şopandin.

Berdevkê fermî yê Serokwezîrê Iraqê got: Hevahengiyên lazim navbera Serokê Konseya Bilind a dadweriyê û Serokê Konseya Têkoşîna dijî Gendeliyê di asta dadweriyê da jibo şopandina dosyeyên gendeliyê heye.