Navenda Bexdayê bi sê teqînan hejiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310325-navenda_bexdayê_bi_sê_teqînan_hejiya
Îniyê bi şev Navenda Bexdayê bi sê teqînan hejiya
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 16, 2019 04:16 Asia/Tehran
  • Navenda Bexdayê bi sê teqînan hejiya

Îniyê bi şev Navenda Bexdayê bi sê teqînan hejiya

Li gorî rapora IRNAyê, 2 teqînên giran li nêzikî meydana Tehrîrê ya Bexdayê, cihê lidarxistina kombûnên nerazîtiyê yên van rojan li Iraqê qewimîn.

Teqîna sêyem jî li meydana Xelaniyê ya Bexdayê pêk hat.

Di van teqînan da 2 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Navçeyên cûrbicûr ên Iraqê ji wan Bexda di van rojan da bûne şehedê çend êrîş, gullereşandin û teqînan.

Rayedarên iraqî ragihandin ku êrîş, teqîn û gullereşandin li Bexdayê û navçeyên din bi armanca pêkanîna komployê pêk tê.