Pêgîriya merceyêên iraqî ser dewama reforman li vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310317-pêgîriya_merceyêên_iraqî_ser_dewama_reforman_li_vî_welatî
Li nimêja îniyê ya Kerbelayê nêhrînên girîng ên Ayetullah Sîstanî li bara alûgorên Iraqê û reformên li vî welatî hatine diyarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2019 13:37 Asia/Tehran
  • Pêgîriya merceyêên iraqî ser dewama reforman li vî welatî

Li nimêja îniyê ya Kerbelayê nêhrînên girîng ên Ayetullah Sîstanî li bara alûgorên Iraqê û reformên li vî welatî hatine diyarkirin.

Li gor rapora telivîzyona El-Iraqiye; hucetul-îslam wel-muslimîn Safî li xutbên îro yên nimêja îniyê li Kerbelayê nêhrîna merceyîyeta bilind ya şîeyan li Iraqê şirove kir û destnîşan kir: Kesên ku xebatên neqanûnî cih anîne gere ku werin mehkemekirin.

Merceyê mezine şîeyan li Iraqê bal kişande ser viya ku xwenîşandana li nav Iraqê aşitîxwazane bûye destnîşan kir ku her cure reftarekî fanatîk mehkûme û pêwîste qanûna hilbijartina Iraqê her çi zûtirkê were pejirandin ta ku xelkê Iraqê baweriya xwe bi karbidestên vî welatî bînin.

Merceyîyeta bilind li Iraqê bal kişande ser viya ku heta niha tu xebatekî sereke dijî gendelkaran cîbicî nebûye û daratiya dest van gendelkaran ji wan nehatiye istandin ragihand; eva ku xwestekên xwenîşanderan nayên berçavgirtin, şik û dudiliyê di nav xwenîşanderan da çi dike ku hikûmeta Iraqê li vê barê bi micidî naxebite.

Merceyê mezine şîeyan li Iraqê herwisa bal kişande ser viya ku reformên nav sîstemên îdarî li vî welatî gere ku bêne domandin herwisa xwest ku tu aliyekî biyanî gere ku xwe têkelî nav karûbarên Iraqê neke.