Civîna ducarî ya Ebdulmehdî tev qumandên ewlehiya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310283-civîna_ducarî_ya_ebdulmehdî_tev_qumandên_ewlehiya_iraqê
Serokwezîrê Iraqê bo cara dudyan tev qumandên hêzên ewlehiya vî welatî civiya û li vê civînê wan li ser proseya şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê û çawaniya edlandina ewlehî û îstiqrarê li Iraqê û parastina xwenîşanderan gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2019 12:06 Asia/Tehran
  • Civîna ducarî ya Ebdulmehdî tev qumandên ewlehiya Iraqê

Serokwezîrê Iraqê bo cara dudyan tev qumandên hêzên ewlehiya vî welatî civiya û li vê civînê wan li ser proseya şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê û çawaniya edlandina ewlehî û îstiqrarê li Iraqê û parastina xwenîşanderan gotûbêj kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a WAI, ajansa fermî ya Iraqê, Nivîsgeha Adil Ebdulmehdî , serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê êvara çarşemiyê bi hevra civiyan û li ser proseya şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê û çawaniya birêxistina ewlehî û îstiqrar Iraqê û parastina xwenîşanderan axivîn.

Li daxûyaniya hevpar a Adil Ebdulmehdî û qumandên hêzên çekdar ên Iraqê hatiye diyarkirin ku hedefa sereke ya vê civînê  pêgîriya ser çawaniya xebata hêzên çekdar ên Iraqê dijî paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê ye û herwisa li vê civînê li ser çawaniya parastina xwenîşanderên Iraqî jî hate axivtin.

Li vê civînê li bara rewşa ewlehiya Iraqê, xebata hêzên ewlehiya vî welatî bona damezirandina tenahiya vî welatî li Bexdayê û parêzgehên din û reftara aştîxwazaneye hêzên çekdar digel xwenîşanderan jî hate axivîn.