Daxwwaza mudaxilekirane ya Emerîkayê bo lidarxistina hilbijartinên demlidest li Iraqê
Koşka Sipî bi helwêsteke mudaxilekirane dilgiraniya xwe ji ber rewşa niha ya Iraqê da diyarkirin û daxwaza rawestandina şîdetê li dijî neraziyan û lidarxistina hilbijartinên demlidest li vî welatî kir.
Li gorî rapora Associated Press`ê, Koşka Sipî roja Duşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê ji dewleta Iraqê xwest ku şîdeta li dijî neraziyan rawestîne û mesela pejrandina reformên hilbijartinê û lidarxistina zûwext a hilbijartinê çareser bike.
Li van hefteyên dawiyê hin parêzgehên Iraqê ji wan Bexda bûne qada nerizamendiyên xelkê û xwenîşandanên wan li hemberî rewşa xirab a aborî û bê şixuliyê û gendeliyê, lê belê ev xwenîşandan van rojên dawiyê ber bi şidet û pevçûnê çûne ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Şahidî nîşan didin ku xwenîşandanên hanê di encama mudaxileyên biyaniyan pêk hatine.