Mijdar 08, 2019 08:43 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Dewleta Iraqê dê çaksazîyên ciddî bike

Serokwezîrê Iraqê dibêje, hikûmeta wî bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û herwiha pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar dike.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî civîna ligel Komîteya Bilind a Amedekirina Budceya 2020an a wî welatî got: Dewlet hewil dide bûceyekê amade bike ku bikare abora Iraqê bi awayê zanistî û durist birêve bibe.

Wî herwiha got: Dewletê plana zêdekirina derhatên neniftî xistîye rêza ewlewîyetan.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî derbarê peywendî û pirsgirêkên di navbera Hewlê û Bexdayê de jî ragihand ku pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, aloz in û pêwîstî bi gavên rast û durist’ bo çareserkirina pirsgirêkan heye.

Adil Ebdûlmehdî dibêje, “Em kar dikin bo çareserkirina babetên darayî yên cihê. Em çawa dikarin serederîyê ligel Herêma Kurdistanê bikin jibo çareserkirina pirsgirêk û nakokîyan. Em çawa dikarin van hemû pirsgirêkan bo berjewendiya giştî çareser bikin, kêşe bo ti aliyekê pêk neyê. Li gor min ew mijar gelek girîng in ku em li ser rêkevtine.”