Qedexeya derketina derve li Bexdayê hat rakirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310036-qedexeya_derketina_derve_li_bexdayê_hat_rakirinê
Fermandeyê Opêrasyona Bexdayê qedexeya derketina derve li wî şarî tam rakir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 06, 2019 05:55 Asia/Tehran
  • Qedexeya derketina derve li Bexdayê hat rakirinê

Fermandeyê Opêrasyona Bexdayê qedexeya derketina derve li wî şarî tam rakir.

Çavkanîyên iraqî vê sibê ragihandin: Fermandeyê Opêrasyona Bexdayê Qêys Muhemedawî bi hegera hevkarîya welatîyan û hêzên ewlehîyê, qedexeya derketina derve li Bexdayê ibal kirîye.

Fermandeyê Opêrasyona Bexdayê ji 28`ê Cotmehê va bi dû nerazîbûn û nearamîyên li wî şarî, derketina derve ji siet 12`ê şevê heta 6`ê berbangê qedexe kiribû.

Dewra nû ya xwenîşandanên gelanî li Iraqê ji 25`ê Cotmehê ve bi awayekî aştîyane li şarên curbicur ên wî welatî ji wan li Bexdayê bi nîşana nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîyên giştî û rewşa debara jîyanê û nebûna derfetên karkirinê destpê bû. Lê ew xwenîşandan veguherîn şîdet û pevçûnê.