Wezîrek û Parêzgarekî berê yên iraqî tên muhakimekirinê
Desteya Destpakîyê ya Iraqê ragihand ku fermana lêpirsîna ji Wezîrê berê yê Tranzîta Iraqê û Parêzgarê berê yê Besrê hatîye dayîn.
Çiqa Lêkolînê ya Desteya Destpakîyê ya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku ligorî xala 340 a cezayê ya Iraqê, Wezîrê berê yê Tranzîta Iraqê û Parêzgarê berê yê Besrê jibo lêpirsînê bangî Dadgehê hatin kirinê.
Di wê daxûyanîyê de herwiha hatîye ku Wezîrê berê yê Tranzîta Iraqê bi binpêkirina qanûnê dema wajokirina peymanên digel şirketên veguhestin û tiranzîta giştî da hatîye tawanbarkirinê.
Di wê daxûyanîya Çiqa Lêkolînê ya Desteya Destpakîyê ya Iraqê de herwiha hatîye ku Parêzgarê Besrê jî bi tawana binpêkirina qanûnê dema wajokirina peymana digel kompanîyeke bîyanî ya taybet bi binesazî û kanalîzasyonê hatîye tawanbarkirinê.
Desteya Destpakîyê ya Iraqê îro jî ragihand ku Wezîrê berê yê Tenduristîya Iraqê û Parêzgarê berê yê Babilê dema wezîfedarîyê de hin karên neqanûnî kirine, ser wê yekê ew jibo lêpirsînê bane Dadgehê hatin kirinê.
Desteya Destpakîyê ya Iraqê di dawîyê de aşkira kir ku meha buhurî jî ligorî daxwaza wê desteyê 6 kes ji wan Parlimanter û berpirsên navxweyî yên parêzgehan jibo lêpirsînê hatine bankirinê.