Navenda ser bi DAIŞê li Kerkûka Iraqê hat têkbirin
Çavkaniyên iraqî li bara têkbirina navenda ser bi tekfîriyan li Kerkûkê agahî dan.
Li gorî rapora Mehr News`ê ji zarê El-Ehd News`ê, polîsê Iraqê navendeke DAIŞ`ê li Kerkûkê têk bir.
Polîsê Kerkûkê bi daxûyaniyekê raghand: "Polîsê Kerkûkê li operasyona lêgeriyê li gundê El-Westaniyê û navçên derdora wê karîn ku navenda ser bi terorîstên tekfîrî ya DAIŞ`ê keşf bikin ku têde bombe hebûn. "
Li vê daxûyaniyê hatiye ku navenda DAIŞ`ê hat têk birin.
Li gor nûçyeke din çavkaniyeke iraqî li Diyala Iraqê li bara revîna 10 malbatên gundên Şefîq û Cemîl Begê li derdora Xaneqînê li 48 sietên buhurî ji ber êrişên DAIŞ`ê ser van gundana agahî da û ragihand ku li êrişên vê dawiyê yên tekfîriyan ciwanek hat kuştin û kesek jî hatiye rewandin.
Vê çavkaniyê her wiha diyar kir: Du gundên hanê li navçeyekê ne ku vê dawiyê xebata DAIŞê li wan zêde bûne. Ger em peyama pêbaweriyêner nedin xelkê wir, emê bibin şehedê pêla berfireh a revînan ji van gundan.