Bexdayê êrişa ser Konsolxana Îranê ya li Kerbelayê şermezar kir
Wezareta Karên Derve ya Iraqê pêgirî kir ku bûyerên têkildarî Balyozxana Îranê li Kerbelayê dê nebin sebeb qeliş û sistî bikeve peywendîyên dostane û cînaretîya baş a di navbera her du welatên cînar de.
Ligorî rapora Malpera Bexdad Al Yewmê, Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxûyanîyekê de bertek nîşanî êrişa ser Konsolxana Komara Islamî ya Îranê li Kerbelayê da.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê tevî şermezarkirina êrişa ser Konsolxana Îranê ya li Kerbelayê pêgirî kir ku deste û avahîyên dîplomatîk xetên sor ên Bexdayê ne.
Di wê daxûyanîyê de hatîye ku Bexda sozdarîya xwe li parastina deste û avahîyên dîplomatîk radigihîne û ev yeka ligorî rêkevtinameya Vîyenê têkildarî peywendîyên dîplomatîk e.
Bexdayê pêgirî kir ku pêwîst e desteyên dîplomatîk yên bîyanî li Iraqê nekevin ber gef û xeterên ewlehîyê û ragihand: ``Ewlehîya deste û avahîyên dîplomatîk xeteke sor e ku nabe were binpêkirin û derbaskirinê.``
Di wê daxûyanîyê de hatîye pêgirîkirinê ku berpirsên ewlehîyê divê pêngavên pêwîst rakin ta ku derbe li ewlehîya wan desteyana nekeve.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê di dawîya wê daxûyanîyê de radigihîne ku bûyerên têkildarî Balyozxana Îranê li Kerbelayê dê nebin sebeb qeliş û sistî bikeve peywendîyên dostane û cînaretîya baş a di navbera her du welatên cînar de.