Kesên nenas êrişî Konsolxana Îranê li Kerbelayê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309973-kesên_nenas_êrişî_konsolxana_Îranê_li_kerbelayê_kirin
Hin kesên nenas şeva buhurî êrişî Konsolxana Îranê li Kerbelayê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 04, 2019 04:39 Asia/Tehran
  • Kesên nenas êrişî Konsolxana Îranê li Kerbelayê kirin

Hin kesên nenas şeva buhurî êrişî Konsolxana Îranê li Kerbelayê kirin.

Ligorî rapora Kanala Al Alamê, şeva buhurî komekê ser navê nerazîbûna dijî rewşa nebaş a aborî li Iraqê êrişî Konsolxana Îranê li Kerbelayê kir.

Çavkanîyên iraqî ragihandin ku 4 tabûr ji hêzên ewlehîyê yên iraqî jibo sekinîna himberî wan kesana li derdora Konsolxana Îranê li Kerbelayê bi cih bûne.

Kesên nenas di çend rojên vê dawîyê de çend caran êrişî hêzên ewlehîyê û herwiha navend û sazîyên dewletê li şarên curbicur ên Iraqê jî kirine. 

Rayedarên iraqî dibêjin ku ew êrişana bi merema birêxistina fitnê tên kirinê.