Gelê Kerbela û Besrê bersiva peyama Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê da
Bi hezaran kes ji gelê şarên Kerbela û Besre yên Iraqê wek bersiva himberî peyama Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên vî welatî, xwenîşandan lidar xistin.
Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê roja Înîyê di daxûyanîyekê de xwest ku rêz li vîna gelê Iraqê di bijartina pergala sîyasî-idarî ya welatê xwe bi rêya giştpirsîya destûra bingehîn û hilbijartinên parlimanî bê girtinê.
Pişkdarên wê xwenîşandanê ku mela, feqî û eşîr jî têda pişkdar bûn, rênimûnî û şîretên Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê nexşerêyek jibo berpirsên sîyasî û gel zanîn û pêgirî ser girîngîya lezandina cihanîna pakêta çaksazîyan a Serokwezîr Adil Ebdulmehdî kirin.
Ji hêla din ve, Odeya Opêrasyonê ya Bexdayê di daxûyanîyekê de ragihand ku sietên qedexeya derketina derve li wî şarî hatin kêmkirinê û pêgirî kir ku berî vîya ku ji siet 12`ê şevê heta 6`ê serê sibê derketina derve qedexe bû, ji îro pê ve ji siet 2`ê nîvê şevê va heta 6`ê berbangê derketina derve qedexe ye.
Dewra nû ya xwenîşandanên gelanî li Iraqê ji 25`ê Cotmehê ve bi awayekî aştîyane li şarên curbicur ên wî welatî ji wan li Bexdayê bi nîşana nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîyên giştî û rewşa ebara jîyanê û nebûna derfetên karkirinê destpê bû. Bi giranbûna xwenîşandanan li şarên Iraqê, Artêşa wî welatî li Bexdayê û hin şarên din qedexeya derketina derve ragihand.