Serokwezîrê Iraqê digel fermandeyên leşkerî civîya
Serokwezîrê Iraqê di civîneke ewlehîyê bi amadebûna fermandeyên leşkerî da, dawîn alûgurên wî welatî hilkolandin.
Ligorî rapora Somerye News`ê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di wê civîna digel fermandeyên bûyerên vê dawîyê û rewşa nika ya Iraqê û serederîya hêzên ewlehîyê di warê parastina ewlehî û istiqrara welêt û piştgirîya ji xwenîşandanên biaştî hilkolandin.
Ji hêla din ve, Berdevkê Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar ê Iraqê Ebdulkerîm Xelef nûçeyên ku dibêjin civaka navnetewî lampa kesek nîşanî dewleta Iraqê daye jibo tepeserkirina xwenîşandanên li vî welatî, derew zanîn.
Li hin parêzgehên Iraqê ji wan li Bexdayê hin xwenîşandan bi merema nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîyên giştî, nebûna derfetên karkirinê û gendelîya idarî tên lidarxistinê lê ew nerazîbûn veguherîne şîdtê ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştinê û birîndar bûne.
Ligorî nûçeyeke din, rayedarên iraqî pêşnîyara ewrûpîyan a veguhestina 13 hezar DAIŞ`îyan ji Sûrîyê bo Iraqê qebû nekirine.
Berpirsên ewrûpî vê dawîyê bi seredana bo Iraqê ji dewleta vî welatî xwestin ku plana veguhestina 13 hezar endamên DAIŞ`ê ji Sûrîyê bo Iraqê qebûl bike û zemîneya muhakimekirina wan jî amade bike.