Serokê parlimana Iraqê: "Em tam pêbendê rêçareya merceyê dînî raberkirî ne "
Serokê Parlimana Iraqê pêgirî ser pêbendîya li wê nexşerêyê kir ku merceyê pillebilind ê dînî yê wî welatî jibo xilasbûna ji qeyranê raberk kirîye.
Serokê Parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî di hevpeyvîna digel Televîziyona Al Iraqîyê de got: "Parlimana Iraqê jibo cihanîna zûtirkê ya nexşerêya merceyê pillebilind ê dînî hewil dide."
Helbûsî herwiha got: "Meclisa Iraqê bêyî zexta navçeyî û navnetewî û bêyî sepandina nêrînên şexsî yan hizbî, bi pişkdarîya nunerên xwenîşanderan, bijare û mamosteyên zanîngehan jibo kivşkirina xalên lawazîyê û babetên hewcedarê serrastkirinê, dê hewil bide."
Nivîsgeha Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Sîstanî şeva buhurî di daxûyanîyekê de ragihand ku Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê pêgirîyê ser rewabûn û piştgirîya ji daxwazên çaksazîyê yên xwenîşanderan dike.
Di wê daxîyanîyê de hatîye: "Rêzgirtina li vîna gelê Iraqê ya bijartina pergala sîyasî-idarî ya welatê xwe bi rêya lidarxistina giştpirsîya Destûra Bingehîn û hilbijartina parlimanî, bingehek e ku merceyê pillebilind ê dînî pêgirîyê ser wê dike."