Hadî Amirî: Bila guhertin di Destûra Bingehîn a Iraqê de bê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309902-hadî_amirî_bila_guhertin_di_destûra_bingehîn_a_iraqê_de_bê_kirin
Serokê Hevalbendîya Al Fath a Iraqê amajeyî nearamîyên vê dawîyê li wî welatî kir û got: Rêçareya rastî, jinûvedarêştina nijyara sîyasî ya welêt anegorî Destûra Bingehîn e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2019 04:29 Asia/Tehran
  • Hadî Amirî: Bila guhertin di Destûra Bingehîn a Iraqê de bê kirin

Serokê Hevalbendîya Al Fath a Iraqê amajeyî nearamîyên vê dawîyê li wî welatî kir û got: Rêçareya rastî, jinûvedarêştina nijyara sîyasî ya welêt anegorî Destûra Bingehîn e.

Serokê Hevalbendîya Al Fath a Iraqê Hadî AMirî herwiha got: Pergala Parlimanîyê nekarabûna xwe selimandîye û divê pergaleke guncav digel rewşa nika ya Iraqê dewsa wê bigire.

Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) jî di daxûyanîyekê de pêgirî kir ku ew sazîya hevrê û piştgirê daxwazên nerazîyên aştîxwaz e lê di rewşa sîyasî ya Iraqê de destwerdanê nake çinku hêzeke parêzvanê ewlehî û yekperçetîya Iraqê ye û erka wê parastina welêt himberî têrorîsmê ye.

Li hin parêzgehên Iraqê ji wan li Bexdayê hin xwenîşandan bi merema nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîyên giştî, nebûna derfetên karkirinê û gendelîya idarî tên lidarxistinê lê ew nerazîbûn veguherîne şîdtê ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştinê û birîndar bûne.