Fermana girtina 63 berpirsên iraqî bi tawana geldelîyê hatîye dayîn
Dezgeha Têkoşîna Dijî Gendelîya Darayî û Idarî ya Iraqê (Dezgeha Nezahê) ragihand ku hikmê girtin û bankirina bi dehan berpirsên nika û berê yên wî welatî bi tawana gendelîya darayîyê hatîye dayîn.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Iraqê, Dezgeha Têkoşîna Dijî Gendelîya Darayî û Idarî ya Iraqê (Dezgeha Nezahê) îro di daxûyanîyekê de ragihand ku di yek meha buhurî de jibo 63 Wezîr, Parlimanter û berpirsên iraqî bi tawana gendelîya darayîyê û sûtûselemkirina darayîyên giştî fermana girtin û bankirinê hatîye dayîn.
Di dewama daxûyanîya Dezgeha Nezahe ya Iraqê de pêgirî hatîye kirin ku ew hikmên girtin û bankirinê Wezîrekî nika, 2 Wezîrên berê, Cîgirekî Wezîr ê nika, 5 Parlimanterên nika, 2 Parêzgarên nika, 3 Serokê Civata Parêzgehê yên niha, 11 Serokrêvebirên niha û 38 endamên nika û berê yên Civatên parêzgehan digirin ber xwe.