Daxwaza Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê ji xwenîşanderan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309871-daxwaza_merceyê_pillebilind_ê_dînî_yê_iraqê_ji_xwenîşanderan
Nivîsgeha Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê ragihand ku pişkdarîya di xwenîşandana biaştî de mafê hemî gelê Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2019 05:56 Asia/Tehran
  • Daxwaza Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê ji xwenîşanderan

Nivîsgeha Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê ragihand ku pişkdarîya di xwenîşandana biaştî de mafê hemî gelê Iraqê ye.

Nivîsgeha Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Sîstanî şeva buhurî di daxûyanîyekê de ragihand ku Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê pêgirîyê ser rewabûn û piştgirîya ji daxwazên çaksazîyê yên xwenîşanderan dike. 

Nivîsgeha Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê di wê daxûyanîyê de pêgirî ser pêwîstîya bikarneanîna navê wî merceyî yan bilindkirina wêneyên Merceyan di xwenîşandanên gelê Iraqê de kir.

Daxûyanîya Nivîsgeha Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê piştî wê hat ku hin komên xwenîşander ragihandin ku bi nîşana piştgirîya ji helwestên Ayetullah Sîstanî yê piştî nimêja Înîyê li kolana Filistînê ya Bexdayê kom bibin.