Piştgirîya Heşdia Şeibîyê ji nerazîyên aştîxwaz
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309865-piştgirîya_heşdia_Şeibîyê_ji_nerazîyên_aştîxwaz
Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand ku bêyî destwerdana di rewşa sîyasî ya vî welatî da piştgirîyê dide daxwazên nerazîyên aştîxwaz.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2019 04:22 Asia/Tehran
  • Piştgirîya Heşdia Şeibîyê ji nerazîyên aştîxwaz

Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand ku bêyî destwerdana di rewşa sîyasî ya vî welatî da piştgirîyê dide daxwazên nerazîyên aştîxwaz.

Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) di daxûyanîyekê de pêgirî kir ku ew sazîya hevrê û piştgirê daxwazên nerazîyên aştîxwaz e lê di rewşa sîyasî ya Iraqê de destwerdanê nake çinku hêzeke parêzvanê ewlehî û yekperçetîya Iraqê ye û erka wê parastina welêt himberî têrorîsmê ye.

Di dewama daxûyanîya Heşdi Şeibîyê de hatîye ku hin şebekeyên civakî hewil didin hin gotegotan dijî wê sazîyê hilêxin ku herîdawîyê jî ew e ku hat gotin maşînên leşkerî jibo sekinîna himberî xwenîşanderên iraqî li meqera Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Serokê Heşdi Şeibîyê li devera Cadirîye ya Bexdayê bi cih bûne.

Sazîya Heşdi Şeibîyê di dewama daxûyanîya xwe da radigihîne ku hîç meqer an maleke Muhendis li devera Cadirîyê tineye û cihê karê wî hema ew meqera Heşdi Şeibîyê li devera Kesk a Bexdayê ye.