Serokomarê Iraqê: Ez piştgirîyê didim hilbijartina pêşwext
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309859-serokomarê_iraqê_ez_piştgirîyê_didim_hilbijartina_pêşwext
Serokomarê Iraqê di peyamekê de ragihand ku çareserkirina kêşeyên Iraqê hewcedarê pişkdarîya her kesî di sekinîna himberî gendelîyê de ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2019 14:53 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê: Ez piştgirîyê didim hilbijartina pêşwext

Serokomarê Iraqê di peyamekê de ragihand ku çareserkirina kêşeyên Iraqê hewcedarê pişkdarîya her kesî di sekinîna himberî gendelîyê de ye.

Ligorî rapora Malpera Xendanê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih di peyama xwe jibo gelê Iraqê de herwiha got ku hêzên ewlehîyê û xwenîşander di yek bereyê de bûn û pêwîst e ku rêz li daxwazên nerazîyan bê girtin.

Serokomarê Iraqê herwiha got: Em tundutîjîyê û tepeserkirinê qebûl nakin û pêwîst e ku çek tenê di destê dewletê da be û heke di destê xelkê derveyî dewlet û hikûmetê da be dê mirov bên kuştinê.

Berhem Salih herwiha got: Pêwîst e ku Komsyona Hilbijartinên Iraqê were guhertinê.

Wî di pişkeke peyama xwe da amajeyî wê yekê jî kir ku em digel daxwazên xwenîşanderan da ne lê pêwîst e ku xwenîşander sazî û dezgehên dewletê biparêzin.

Serokomarê Iraqê herwiha got ku Serokwezîrê Iraqê jibo wêdaçûnê tenê li benda alternatîvekî ye.

Berhem Salih herwiha got: Ez razî me hilbijartina pêşwext were lidarxistinê û pêwîst e ku em hemî alî xwe jibo guhertinan amade bikin.

Serokomarê Iraqê derbarê serrastkirina destûra hilbijartinan de jî got ku hefteya bê dê pêşnumayek têkildarî serrastkirina qanûna hilbijartinan were pêşkêşkirinê û pêwîst e ku civateke tam serbixwe ya hilbijartinan li Iraqê were pêkanînê.

Serokomarê Iraqê herwiha got ku pêwîst e îro Parliman weke dezgeheke girîng rola xwe bilîze.