Alîyên digel Serokomarê Iraqê civîyan, liser çend babetan lihev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309857-alîyên_digel_serokomarê_iraqê_civîyan_liser_çend_babetan_lihev_kirin
Di civîna alî û kesayetîyên sîyasî digel Serokomarê Iraqê de wan liser çend babetan lihev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2019 14:35 Asia/Tehran
  • Alîyên digel Serokomarê Iraqê civîyan, liser çend babetan lihev kirin

Di civîna alî û kesayetîyên sîyasî digel Serokomarê Iraqê de wan liser çend babetan lihev kirin.

Ligorî rapora malpera Al Meselê, 10 kesayetîyên iraqî ji wan Hadî Amirî, Mihemed Helbûsî, Falih Feyyaz, Nûrî Malikî û Reşîd Ezzawî digel Serokomarê vî welatî Berhem Salih civîyan û wan liser serrastkirina pêwîst a destûra bingehîn, serrastkirina destûra hilbijartinan, lidarxistina hilbijartina pêşwext, çaksazîya lezgîn di rewşa derbara jîyana xelkê de û parastina xwenîşanderan lihev kirin.

Ligorî agahîyan, di wê civînê de pêgirî hat kirinê ku her guhertinek dikare bê pesendkirinê lê tenê di çarçova destûra bingehîn da.

Mêdyayên iraqî herwiha ragihandin ku biryar e Serokomarê vî welatî îro peyamekê raberî gelê Iraqê bike.

Çavkanîyekî nêzîkî civîna îro ya berpirsên pillebilind ên alîyên sîyasî yên iraqî ji Malpera Diclê re ragihandîye ku Berhem Salih di peyama xwe da yê basa wêdaçûna Adil Ebdulmehdî neke û mecaleke dumehî yê bidin wî ku çaksazîyên bingehîn bike.