Kurd li parlemana Iraqê piştgiriya Adil Ebdulmehdî dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309854-kurd_li_parlemana_iraqê_piştgiriya_adil_ebdulmehdî_dikin
Parlemanterekî kurd li parlemana Iraqê dibêje: Heta niha hîn diyar nebûye ku serokwezîr dê beşdarî civînê bibe yan na, EW her wiha behsa vê yekê dike ku kurd piştgiriya kabîna Ebdulmehdî dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2019 14:06 Asia/Tehran
  •  Kurd li parlemana Iraqê piştgiriya Adil Ebdulmehdî dikin

Parlemanterekî kurd li parlemana Iraqê dibêje: Heta niha hîn diyar nebûye ku serokwezîr dê beşdarî civînê bibe yan na, EW her wiha behsa vê yekê dike ku kurd piştgiriya kabîna Ebdulmehdî dikin.

Şêrvan Mîrza, parlemanterê firaksiyona YNK li Parlimana Iraqê ji PukMedia re ragahnd: Îro 31 Cotmeha 2019`an, Parlimana Iraqê dê bo domandina civîna çend rojên buhurî ku taybetî pesendkirina biryarên bona dabînkirina xwestekên xwenîşanderan û çareseriya rewşa niha ya Iraqê ye, bicive.

Wî her wiha gor: Heta niha em nizanin ku Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê dê beşdarê civînê bibe an na.

Vî parlemanterê firaksiyoan YNK her wiha raghand: Wek parlemanterên  firaksiyona YNK em li Bexdayê ne û em dê beşdariya civînê bikin. Parlemanterên  firaksiyonên din ên Kurdan jî dê beşdarê civîna Bexdayê bibin. Kurd jî bi giştî piştgiriya Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê dikin bona ku li posta xwe bimîne. Loma ji nêzîk va em çavdêriya rewşê dikin ku bizanibin dê çi biqewime. 

Wî her wiha diyar kir ku aliyên ku daxwaza wêdeçûyîna serokwezîr dikin bi tenê eva îdiayek e û heta niha diyar nebûye ku li nav perlemanê hejmara  qanûnî ya parlemanterên beşdar çiqas  e û komên siyasî dê piştgiriya vê daxwazê bikin an na, loma heta niha diyar nîne ku li parlemanê li vê barê dê çi biqewime.