Berhem Salih: Ji ber sîyasetên şaş ên Trump, Kurdên Sûrîyê pêrgî komkujîyê bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309849-berhem_salih_ji_ber_sîyasetên_şaş_ên_trump_kurdên_sûrîyê_pêrgî_komkujîyê_bûne
Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên Turamp niha Kurdên li herêma bakûr û rojhilatê Sûrîyê bi qirkirinek nijadî re rûbirû ne û got: Ji ber siyaseta Trump êdî em nikarin baweriya xwe bi Emerîkayê bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2019 12:17 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Ji ber sîyasetên şaş ên Trump, Kurdên Sûrîyê pêrgî komkujîyê bûne

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên Turamp niha Kurdên li herêma bakûr û rojhilatê Sûrîyê bi qirkirinek nijadî re rûbirû ne û got: Ji ber siyaseta Trump êdî em nikarin baweriya xwe bi Emerîkayê bînin.

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih derbarê bûyerên li Iraq û bakûr û rojhilatê Sûrîyê di qewimîn de da zanîn ku Emerîka dixwaze ligel wan kar bike, lê siyaseta Serokê Emerîkayê Donald Trump wisa kir ku rewş ji niha û pê ve zehmettir bibe û got,“Qanûnên Iraqê hene û em naxwazin Washington xaka me bikar bîne.”

Salih anî zimîn ku êdî ew nikarin weke berê baweriya xwe li Emerîkayê bînin û siyaseta Emerîkayê ya têkildarî bakur û rojhilatê Sûriyê jî rexne kir. 

Wî herwiha got: Amerîkîyan hêzên xwe paşve kişandin û Kurd tenê hiştin.