Piştgiriya hevalbendiya El-Fathê ji kemlandina reforman ji aliyê dewleta Iraqê
Firaksiyonas El-Fathê li parlemana Iraqê, piştgiriya xwe ji dewleta vî welatî bo kemlandina pêvajoya reforman raghand.
Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê Fars News`ê, Fazil El-Fetlawî, nunerê El-Fathê li parlemana Iraqê got ku dewleta vî welatî bi piştgiriya parlemanê li halê cihanîna reforman e ku bikaribe hemî xwestekên xwenîşanderan cih bîne.
El- Fetlawî ji malpera nûçan a El-Melûmê re got ku dewlet tişteke pîroz an weke hêla sor nîne lê bi tenê wextekê dikarin wê daynin qeraxê ku bibe sedema aramî û reforman.
Wî destnîşan kir ku pirraniya firaksiyonên siyasî ji wan El-Fath, piştgirê dewletê ne ku reforman bikemilîne.
Vî nunerê iraqî destnîşan kir ku van firaksiyonan şert danîne ku ev reform, xwestekîên xwenîşanderan bigre ber xwe.
Eva li halekî ye ku Hevalbendiya Sairûnê Duşemiya vê heftiyê ragihand ku li qonaxa niha dixweze pênc karan bike ji wan wêdebirina dewleta Adil Ebdulmehdî, reforma qanûna hilbijartinê, pejrandina bûdca 2020an û pişt re hilweşandina parlemanê.
Civîna awarte ya parlemanê ji Duşemiya vê heftiyê va destpê bû û duh jî do kir û qirar e îro û sibê civînên parlemanê bidomin. Li civîna duh hejmarek ji qanûn an planên nû ji wan îbtalkirina serok û rayedarên pilebilind hat pejrandin.
Nerazîbûnên Iraqê ku ji 1 Cotmehê ve destpê bûne ji ber heyamê Erbeyîna Huseynî hatibûn rawestandin ji 25 Cotmehê li çend parzêgehên vî welatî destpê bûne.