Parlimanterên iraqî: Bila Serokwezîr di civîna Parlimanê de amade be
Parlimana Iraqê bi daxwaza Parlimanterên iraqî ji Serokwezîrê vî welatî Adil Ebdulmehdî xwestin ku di civîneke taybet a du rojên bê ya Parlimanê de pişkdar bibe.
Civîna awarte ya Parlimana Iraqê jibo hilkolandina nearamîyên vê dawîyê li wî welatî ji roja Duşemê va destpê bûye û biryar e ku heta roja Pêncşemê ango sibê bidome.
Ji hêla din ve Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di nameyekê de jibo Rêberê Tevgera Sedrê Muqteda Sedir daxwaza wî ya lidarxistina hilbijartina pêşwext qebûl nekir û got: Lihevkirina sîyasî rêya herîkurt himberî wêdaçûnê û lidarxistina hilbijartina pêşwext jibo guhertina dewletê ye.
Rêberê Tevgera Sedrê Muqteda Sedir roja Duşemê sietekê piştî ragihandina pejirandina biryarên nû yên Parlimanê têkildarî pejirandina pakêta çaksazîyan a dewleta Ebdulmehdî jibo dabînkirina daxwazên nerazîyan, di daxûyanîyekê de xwest ku Serokwezîr di civîna Parlimanê de amade bibe û lidarxistina hilbijartina pêşwext di bin çavdêrîya NY de ragihîne.