Gorneke komkî li bakura Necefê hat peydakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309797-gorneke_komkî_li_bakura_necefê_hat_peydakirin
Hêzên Dezgeha Şohedayê ragihandin ku gorneke komkî li devera Xan Rebê li bakura parêzgeha Necefê peyda kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2019 14:22 Asia/Tehran
  • Gorneke komkî li bakura Necefê hat peydakirin

Hêzên Dezgeha Şohedayê ragihandin ku gorneke komkî li devera Xan Rebê li bakura parêzgeha Necefê peyda kirin.

Ligorî rapora Kanala Afaq a Iraqê, Hêzên Dezgeha Şohedayê di daxûyanîyekê de ragihandin ku ew gorna ya gorîyên bûyerêb serhildana Şeibanîyê di sala 1991`ê da ye û hestîyên gorîyan heta 400 mêtrî di wê gornê de berbelav in.

Gelê Iraqê piştî derxistina hêzên Seddam ji Kuweytê di sala 1991`ê de dijî rêjîma Beisê serî hilda ku ser navê serhildana Şeibanîyê tê naskirinê. Di encama wê serhildanê de zêde ji 14 parêzgeh ji 18 parêzgehên Iraqê tam ji kontrola rêjîma Beisê hatin derxistinê lê Sedam bi hevkarîya Erebistan û Amerîkayê ew serhildana bi awayekî xwînavîn tepser kir.