Nearamî li Bexda û Kerbelayê didomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309779-nearamî_li_bexda_û_kerbelayê_didomin
Bi dû dewama nerazîbûn û pevçûnan, rewş li meydana Tehrîr li navenda Bexdayê û meydana Terbîyet li şarê Kerbelayê aloz bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2019 05:37 Asia/Tehran
  • Nearamî li Bexda û Kerbelayê didomin

Bi dû dewama nerazîbûn û pevçûnan, rewş li meydana Tehrîr li navenda Bexdayê û meydana Terbîyet li şarê Kerbelayê aloz bû.

Ji ber dewama nearamîyan li çend bajaran ji wan Bexda û Kerbelayê, Fermandetîya Opêrasyona Ewlehîyê li parêzgehên Kerbela û Bexdayê qedexeya derketina derve ku hatibû ibtalkirinê, heta demeke nedîyar dirêj kir.

Derbarê hejmara kuştî û birîndarên ihtimalî yên pevçûnên li wan du bajaran hê tu raporek nehatîye belavkirinê.

Li hin parêzgehên Iraqê di hefteyên vê dawîyê de nerazî bi nîşana nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xismetguzarîyên giştî, nebûna derfetên karkirinê û gendelîya idarî dadikevin kolanan lê ji ber sûdwergirtina narewa ya kesên kirêgirtî ji vê rewşê xwenîşandan vediguherin şîdetê ku di encamê de heta nika bi dehan kes hatine kuştinê û birîndar bûne.