Berhem Salih: Renge Iraq piştî tenêmayîna Kurdên Sûriyê pêwendiyên digel Amerîkayê venihêre
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309763-berhem_salih_renge_iraq_piştî_tenêmayîna_kurdên_sûriyê_pêwendiyên_digel_amerîkayê_venihêre
Serokomarê Iraqê dibêje ku yek ji dilgiraniyên wî tenêmayîna Kurdên Sûriyê li pey derketina Amerîkayê ji wî welatî ye û renge Iraq jî pêwendiyên xwe digel Amerîkayê venihêre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2019 13:38 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Renge Iraq piştî tenêmayîna Kurdên Sûriyê pêwendiyên digel Amerîkayê venihêre

Serokomarê Iraqê dibêje ku yek ji dilgiraniyên wî tenêmayîna Kurdên Sûriyê li pey derketina Amerîkayê ji wî welatî ye û renge Iraq jî pêwendiyên xwe digel Amerîkayê venihêre.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Berhem Salihê serokomarê Iraqê di hevpeyivîna digel Kovara Expressê tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji rewşa Kurdên Sûriyê piştî derketina hêzên Amerîkayê ji bakurê Sûriyê û êrîşa Tirkiyê ser deverên bin kontrola Kurdan, destnîşan kir ku ev mijar renge li ser pêwendiyên Iraqê digel Azmerîkayê bandorê bike û Iraq li dû hevpeymanên sozdar be.

Berhem Salih di hevpeyivîna digel Kovara Expressê hişyarî da ku heke Amerîka reftareke digel reftara vê dawiyê ya xwe digel Kurdên Sûriyê, bi Iraqê ra bike, dê Iraq vê pêwendiyê bide ber venihêrînê û zêdetir berê xwe bide Rûsiyê.

Wî tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji rewşa Kurdên Sûriyê ji ber valakirina pişta wan ji aliyê Amerîkayê va, li ser pêwîst6iya venihêrîna pêwendiyên Iraqê digel hevpeymanên weke Amerîkayê pêgirî kir.

Serokomarê Iraqê tevî dioyarkirina dilgiraniya xwe ji kêşeyên navbera Îran û Amerrîkayê, pêgirî kir: Em naxwazin bibin yek ji aliyên Amerîka an Îranê.

Berhem Salih ihtimala vegeriyana DAIŞê û derketina Amerîkayê ji Sûriyê û li pey wê tenhamayîn aKurdên Sûriyê ji dilgiraniyên xwe yên herî mezin daye zanîn.

Serokomarê Iraqê paqijkirina etnîkî ya Kurdan li bakurê Sûriyê wek dilgiraniya xwe ya herî mezin  daye zanîn û gotiye ku paqijkiirna nijadî beşeka jiyana Kurdan bûye.

Wî pêgirî ser girîgiya pêwendiya baş a Iraqê digel Îranê kir û got: Îran cînarê Iraqê ye û du welatan 1400 Kîlomitr sînor hene. Iraqê nikare jibo cînarê xwe kêşeyan çêbike û an xerabiya vî welatî bixwaze.

Berhem salih got: Em naxwazin ku welatê me li dijî (Îranê) were bikaranîn.