Heşdi Şeibî: Bila alîyên sîyasî jibo dabînkirina daxwazên gel alîkarîyê bidin Ebdulmehdî
Cîgirê Serokê Sazîya Hêzên Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ji hemî alîyên sîyasî xwest ku jibo dabînkirina daxwazên gel alîkarîyê bidin Serokwezîrê wî welatî Adil Ebdulmehdî.
Cîgirê Serokê Sazîya Heşdi Şeibîyê Ebûmehdî Muhendis pêgirî kir ku Heşdi Şeibî amade ye himberî fêtnekeran bisekine, dîyar kir: Hêzên Heşdi Şeibî di dema gincav di bin fermana Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar de yê bikevin dewrê.
Muhendis bi gotina vê yekê ku ew dê rê nedin komeke fitneker destkevtên gelê Iraqê ji nav bibe, hêvî kir ku dewlet bikare daxwazên nerazîyan dabîn bike.
Li hin parêzgehên Iraqê di hefteyên vê dawîyê de nerazî bi nîşana nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xismetguzarîyên giştî, nebûna derfetên karkirinê û gendelîya idarî dadikevin kolanan lê ji ber sûdwergirtina narewa ya kesên kirêgirtî ji vê rewşê xwenîşandan vediguherin şîdetê ku di encamê de heta nika bi dehan kes hatine kuştinê û birîndar bûne.