Hewldanên kanalên Siûdî û Amerîkî li Iraqê qedexe bûn
Dewleta Iraqê hewldanên kanalên Al-Arabia û Al-Hadeth yên Erebistana Siûdî û kanala erbî ya Al-Hurra û Radiyoya Sawa yên Amerîkayê ji ber binpêkirina qanûnên Iraqê derheq bûyer û pirsên vî welatî qedexe kirin.
Li gor IRNAyê,Rêxistina Pêwendiyan û Medyaya Iraqê ku rêxistina fermî ya çavdêriya ser hewldanên medyayê li Iraqê ye buroya kanala Al-Hurra li Bexdayê girê da.
Li gor vê nûçeyê hewldanên van kanalên siûdî û amerîkî ji ber weşandina nerastiyan derheq bûyerên vê dawiyê li Iraqê û bi qesd ve berûvajîkirina rastiyan hatine qedexekirin.
Rêxistina Pêwendiyan û Medyaya Iraqê meha îlonê jî hewldanên kanala Al-Hurra ji ber îhaneta li meceyên olî û ruhaniyên şîe û sunne li Iraqê bona sê mehanqedexe kir û xwest ku ev kanala amerîkî daxwaza efûyê ji gelê Iraqê bike. Ev kanala ji sala 2004-an bi xerca bûdceya wezareta derve ya Amerîkayê weşana xwe bi zimanê erebî da despêkirin.
Li van rojên dawiyê li gelek parêzgehên Iraqê, gelê vî welatî li hemberî gendeliyên aborî û îdarî û nebûna derfetên şixulînê û xirabiya xizmetkariyên gelêrî xwenîşandan li dar xistin û di rojên dawiyê de ev civîn û xwenîşandan rastî pevçûnan hat ku di encamê de bi dehan kes can dan û birîndar bûn.
Ev xwenîşandan di rewşekê de berdewam dikin ku dewleta Iraqê li mideha meha derbasbûyî 4 paketên pêşniyarkirî ji bo dabînkirina xwestekên gel raber kirin.