Mûsewî: Îran bi baldarî ve guhertin û bûyerên Iraqê dişopîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309728-mûsewî_Îran_bi_baldarî_ve_guhertin_û_bûyerên_iraqê_dişopîne
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebsa Mûsewî heyf û mixabiniya xwe derheq bûyerên dawiyê li Iraqê ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan kesan û wêranî û şewitandina mal û avahiyên gelêrî diyar kir û got: Îran bi baldarî ve guhertin û bûyerên Iraqê dişopîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2019 11:19 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Îran bi baldarî ve guhertin û bûyerên Iraqê dişopîne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebsa Mûsewî heyf û mixabiniya xwe derheq bûyerên dawiyê li Iraqê ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan kesan û wêranî û şewitandina mal û avahiyên gelêrî diyar kir û got: Îran bi baldarî ve guhertin û bûyerên Iraqê dişopîne.

Li gor IRNAyê Ebas Mûsewî got:Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide xwestekên berheq û rewa yên netewê Iraqê, xwestekên ku merceyiyeta olî û rayedarên iraqî, yên wekî serokwezîr Adil Ebdulmehdî li ser sekinîne.

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê heyf û mixabiniya xwe derheq bûyerên dawiyê li Iraqê ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan kesan û wêranî û şewitandina mal û avahiyên gelêrî li Iraqê diyar kir û got:Em bawer in dewlet û netewê Iraqê û merceiyeta olî li Iraqê dikarin pirsgirêkan ji holê rakin û bi hevgirtin ji bo avakirina Iraqê gavan rakin.

Mûsewî herwiha got: Komara Îslamî ya Îranê her ji dema pêkhatina Iraqa nû hertim piştgirê dewlet û netewê vî welatî bûye û li demû gavên hestyar qasî ku ji destê wê hatiye destek daye vî welatê dost û bira û cînar.

Li van rojên dawiyê li gelek parêzgehên Iraqê, gelê vî welatî li hemberî gendeliyên aborî û îdarî û nebûna derfetên şixulînê û xirabiya xizmetkariyên gelêrî xwenîşandan li dar xistin û di rojên dawiyê de ev civîn û xwenîşandan rastî pevçûnan hat ku di encamê de bi dehan kes can dan û birîndar bûn.

Ev xwenîşandan di rewşekê de berdewam dikin ku dewleta Iraqê li mideha meha derbasbûyî 4 paketên pêşniyarkirî ji bo dabînkirina xwestekên gel raber kirin.