Wezareta Karên Hundur a Iraqê: Hêzên ewlehîyê çek dijî nerazîyan bi kar neanîne
Berdevkê Wezareta Karên Hundur a Iraqê pêgirî kir ku hêzên ewlehîyê di xwenîşandanên vê dawîyê de çek bi kar neanîne.
Berdevkê Wezareta Karên Hundur a Iraqê Xalid Muhenna îro di daxûyanîyekê de tevî ku qedrê hezretê Ayetullah Sîstanî merceyê pillebilind ê Şîeyên Iraqê ji ber helwest û rênimayîyên wî yên binirx li xutbeyên nimêja înîyê girt û got ku destûra bingehîn a Iraqê mafê xwenîşandana biaştî di halekî da ku sivîl û heyîtîyên giştî û şexsî bên parastinê, garnatî kirîye.
Berdevkê Wezareta Karên Hundur a Iraqê ji ber ku hin kesan xwenîşandana biaştî veguherîn şîdetê rexne kir û got ku hejmarek hêzên ewelhîyê yên Iraqê jî di encama sûdwergirtina narewa ya wan kesan ji xwenîşandanê de hatine kuştinê û yan birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Karên Hundur a Iraqê kiryarên wekî şewitandina sazî û navendên dewletê şermezar kir û got: Ligorî qanûnên Iraqê, cezaya giran dê ser wan kesan da bê sepandinê ku zîyan gîhandine avahîyên hikûmetê yan sazî û dezgehên giştî.