Li 5 parêzgehên Iraqê qedexetiya hatûçûnê hat sepandin
Çirî 26, 2019 04:00 Asia/Tehran
Rayedarên parêzgehên Zîqar, Besre, Musena, babil û Wasita Iraqê Îniyê bi şev qala sepandina qanûna qedexetiya hatûçûnê li van parêzgehan li pey êrîşa kesên nenas lis er hêzên ewlehiyê kirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Adil Ebdulmehdiyê serokwezîr û Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê roja Îniyê desthilata sepandina qanûnên qedexetiya hatûçûnê da parêzgaran da ku li gorî rewşa navçeyî di vî warî da biryarê bidin.
Ji Sêşema buhurî ve li hin parêzgehên Iraqê ji wan li Bexdayê hin xwenîşandan bi merema nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîyên giştî, nebûna derfetên karkirinê û gendelîya idarî hatin lidarxistin.