Xwenîşanderên iraqî li Kerbelayê durişm dijî Amerîka û Israyîlê dan
Çirî 25, 2019 14:04 Asia/Tehran
Xwenîşanderên iraqî li şarê Kerbelayê tevî dayîna durişman dijî gendelîyê û nekarabûna li welêt, dijî sîyasetên Amerîka û Israyîlê jî durişm dan.
Xwenîşander li Kerbelayê ku hevgavê niştecihên şarê Bexdayê û çend şarên din hatin kolanan, xwestin ku têkoşîneke ciddî himberî gendelîyê hebe, çaksazîyên rastî di sîyaset û abora welêt de bên kirinê û derfetên karkirinê bên pêkanînê û hejarî ji holê bê rakirinê. Xwenîşanderan herwiha bi durişmên ``na Amerîka`` û ``na Israyîl`` nerazîbûna xwe himberî sîyasetên Waşîngtonê yên li Iraqê û navçê nîşan dan.