Xwenîşanderên iraqî li Kerbelayê durişm dijî Amerîka û Israyîlê dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309674-xwenîşanderên_iraqî_li_kerbelayê_durişm_dijî_amerîka_û_israyîlê_dan
Xwenîşanderên iraqî li şarê Kerbelayê tevî dayîna durişman dijî gendelîyê û nekarabûna li welêt, dijî sîyasetên Amerîka û Israyîlê jî durişm dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2019 14:04 Asia/Tehran
  • Xwenîşanderên iraqî li Kerbelayê durişm dijî Amerîka û Israyîlê dan

Xwenîşanderên iraqî li şarê Kerbelayê tevî dayîna durişman dijî gendelîyê û nekarabûna li welêt, dijî sîyasetên Amerîka û Israyîlê jî durişm dan.

Xwenîşander li Kerbelayê ku hevgavê niştecihên şarê Bexdayê û çend şarên din hatin kolanan, xwestin ku têkoşîneke ciddî himberî gendelîyê hebe, çaksazîyên rastî di sîyaset û abora welêt de bên kirinê û derfetên karkirinê bên pêkanînê û hejarî ji holê bê rakirinê. Xwenîşanderan herwiha bi durişmên ``na Amerîka`` û ``na Israyîl`` nerazîbûna xwe himberî sîyasetên Waşîngtonê yên li Iraqê û navçê nîşan dan.