Hêzên ewlehîyê yên Iraqê nerazî ji Navça Kesk a Bexdayê derxistin
Hêzên ewlehîyê yên Iraqê hejmareke nerazîyan ku derbasî Navça Kesk a Bexdayê bibûn, perrate kirin.
Hêzên ewlehîyê yên Iraqê herwiha ji nerazîyan xwestin li cihên ku bi merema xwenîşandanê hatine kivşkirinê, dûrî sazî û dezgehên dewletê bi cih bibin.
Malpera Nûçan a Somerîyê jî ragihand ku hêzên Polîs bi maşînên pekandina ava guj hewl dan ku nerazîyên derbasî navça Kesk bûne ji wir derxin.
Navça Kesk navek e ku ji navça navnetewî ya Bexdayê re tê bikaranînê. Rûbera wê 10 kîlomêtrên çarkunc e û li navenda şarê Bexdayê ye ku navend û sazî û dezgehên girîng ên vî welatî, Balyozxanên Amerîka û Ingilîsê û hêzên çendnetewî yên li axa Iraqê mayî li wir in.
Eva di halekî da ye ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî derengîya şeva derbasbûyî peyamek belav kir û derbarê xwepêşandanên ku biryar e birêve biçin, ragihand ku xelk dikare xwepêşandanan encam bide û got, mafê xelkê Iraqê heye ku daxwaziyên xwe hilêxin û daxwaza mafê xwe bikin.
Adil Ebdulmehdî got, lê nabe ku ti kes tundûtîjiyê bikar bîne. Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaz jî kir ku roja 25ê Cotmehê bibe roja yekîtî û yekrêziya xelkê Iraqê û got di dema xwepêşandanan de nabe ku ti kes gefan li xelkê bixwe û êrîşî dezgehên ragihandinê bike.