Serokwezîrê Iraqê çend soz dan gelê wî welatî
Serokwezîrê Iraqê hevgavê destpêbûna xwenîşandana gel, komeke çaksazîyên sîyasî li dewletê ragihand û herwiha hin soz dan gelê Iraqê.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi rêya televîzyonê bi nerazîyên iraqî re axivî û got: Roja 25`ê Cotmehê dê roja tifaqa Iraqê be.
Serokwezîrê Iraqê bi gotina vê yekê ku piştgirîyê dide xwenîşandana biaştî, dîyar kir: Hefteya bê dê hin çaksazî di kabîneyê de pêk bên.
Ebdulmehdî pêgirî kir ku desteya têkoşîna dijî gendelîyê yê di Dezgeha Dadwerîya Iraqê de were pêkanînê. Herwiha dê temenê berbijarbûna jibo parlimanterîyê were daxistin ta ku ciwan bikaribin bibin bebijar. Di rêziknameya Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinan û qanûna hilbijartinan de yê venihêrîn pêk bê.
Serokwezîrê Iraqê bi gotina vê yekê ku hemî kesên di xwenîşandanan de hatibûn girtinê, serbest hatine berdanê, bilî kesên ku zîyan gîhandine heyîtîyên giştî, pêgirî kir: Dê rê neyê dayîn komên çekdar ên derveyî dewletê bikaribin êrişî sazî û dezgehên dewletê û gelê bikin.
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Wêdaçûna kabînê bêyî alternatîveke qanûnî bi wateya destberdana ji welêt û meşîyana wî ber bi bêseruberîyê ye.
Adil Ebdulmehdî herwiha got: Parastina ewelhîyê û têkoşîna dijî DAIŞ`ê hewcedarê bidawîhanîna hebûna hêzên bîyanî li axa Iraqê ye.
Serokwezîrê Iraqê herwiha ragihand ku hewl tê dayîn konfiranseke navçeyî bi pişkdarîya welatên cînar û NY bi armanca girtina rê li ber şerekî li herêmê were lidarxistinê.