Wezîrê Berevanîya Amerîkayê: Hêzên me bi razîbûna Bexdayê derbasî Iraqê dibin
Wezîrê Berevanîya Amerîkayê piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Iraqê got ku hêzên me bi razîbûna Bexdayê derbasî Iraqê dibin û jê derdikevin.
Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Mark Esper şeva buhurî li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re civîya.
Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Mark Esper piştî wê hevdîtinê got: Hêzên me bi izna delweta Iraqê derbasî axa vî welatî dibin an jê derdikevin.
Eva di halekî da ye ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çend sietan berî wê hevdîtinê di civîneke çapemenîyê derbarê derbasbûna hêzên amerîkî ji axa Sûrîyê nav axa Iraqê de gotibû ku welatê wî izna mayînê nedaye hêzên amerîkî.
Serokwezîrê Iraqê got ku hêzên amerîkî yên ji Sûrîyê vekişîyane dê bo derveyî Iraqê bên veguhestinê ji ber ku qebûl nekirîye ew hêzana li Iraqê bi cih bibin.
Adil Ebdulmehdî bi gotina vê yekê ku bicihbûna her hêzeke bîyanî li axa Iraqê divê bi razîbûna dewleta vî welatî be, dîyar kir ku Bexda yê pêngavên qanûnî yên pêwîst di vî warî de di asta qanûnên navnetewî rake.