Artêşa Iraqê: Leşkerên amerîkî mafê bicihbûna li Iraqê tinene
Fermandetîya Artêşa Iraqê ragihand ku leşkerên amerîkî ku ji Sûrîyê derbasî wî welatî bûne tenê dikarin jê derbas bibin û mafê bicihbûnê tinene.
Fermandetîya Artêşa Iraqê îro di daxûyanîyekê de pêgirî kir: Leşkerên amerîkî ku ji Sûrîyê derketine tenê dikarin derbasî Herêma Kurdistanê bibin ta ku ji wir derkevin derveyî Iraqê û hîç iznek jibo mayîna wan li Iraqê tineye.
Mêdyayên nûçeyan jî îro ragihandin ku hêzên amerîkî bi zêde ji 100 maşînên zêrêhî ji axa Sûrîyê vekişîyan û derbasî Iraqê bûn. Ew hêzên amerîkî ku ji Til Temirê ve bi rê ketibûn ji derîyê sînorî yê Sihêlê li parêzgeha Duhokê va derbasî Herêma Kurdistanê bûn.
Rayedarekî ewlehîyê yê Iraqê jî duh ragihand ku hezar leşkerên amerîkî yên ji Sûrîyê derketine, derbasî parêzgeha Nêynewa ya Iraqê bûn.