Hêzên amerîkî ji Sûrîyê derbasî Iraqê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309565-hêzên_amerîkî_ji_sûrîyê_derbasî_iraqê_bûn
Hêzên amerîkî bi zêde ji 100 maşînên zêrêhî ji axa Sûrîyê vekişîyan û derbasî Iraqê bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2019 05:27 Asia/Tehran
  • Hêzên amerîkî ji Sûrîyê derbasî Iraqê bûn

Hêzên amerîkî bi zêde ji 100 maşînên zêrêhî ji axa Sûrîyê vekişîyan û derbasî Iraqê bûn.

Ew hêzên amerîkî ku ji Til Temirê ve bi rê ketibûn ji derîyê sînorî yê Sihêlê li parêzgeha Duhokê va derbasî Herêma Kurdistanê bûn.

Di raporan de qet behsa hejmara wan hêzên amerîkî nehatîye kirinê. 

Vekişîna hêzên amerîkî bûye sedema berteka hemareke xelkê bi awayekî ku dema karwanekî hêzên Amerîkî derbasî bajarê Qamişlo bû, hejmarek ji xelkê bajêr li meydana Qermutlî ya li rojavayê Qamişloyê bacan û petat û kevir avêtin otomobîlên wî karwanî leşkerî û vekişîna wan ji deverên Kurdnişîn şermezar kirin.

Di heman demê de hejmarek ciwanan dengê xwe bilind dikirin û ji serbazên Amerîkî re digotin, ji zarokên xwe re bêjin ku we zarokên Kurdan ji bo kuştinê tenê hiştin.

Derbarê vekişîna hêzên amerîkî ji Sûrîyê de her roj daxûyanîyên cida tên dayînê, bi awayekî ku Wezîrê Berevanîya Amerîakyê Mark Esper duh ragihand ku Pentagonê dil heye hejmarek leşkerên amerîkî jibo parastina meydanên niftê li bakura rojhilata Sûrîyê bi cih bike ku nekevin destê DAIŞ`ê û komên din.

Ji hêla din ve Civata Parêzgeha Nêynewa ya Iraqê şeva buhurî ragihand ku hêzên amerîkî ku terka axa Sûrîyê dane, li bargeha Qîyarê li bakura sînorê Iraq û Sûrîyê bi cih dibin.