Berem Salih bi boneya Erbeîna Huseynî(s): Gelê Iraqê hêjayî jiyaneka baştir in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309484-berem_salih_bi_boneya_erbeîna_huseynî(s)_gelê_iraqê_hêjayî_jiyaneka_baştir_in
Serokkomarê Iraqê li axiftinekê bi boneya salroja Erbeîna Îmam Huseyn(s) ser piştgiriya ji maf û xwestekên rewa yên xwenîşanderan teqez kir û got: Gelê Iraqê hêjayî jiyaneka baştir in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2019 12:54 Asia/Tehran
  • Berem Salih bi boneya Erbeîna Huseynî(s): Gelê Iraqê hêjayî jiyaneka baştir in

Serokkomarê Iraqê li axiftinekê bi boneya salroja Erbeîna Îmam Huseyn(s) ser piştgiriya ji maf û xwestekên rewa yên xwenîşanderan teqez kir û got: Gelê Iraqê hêjayî jiyaneka baştir in.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Middle East News`ê, Berhem Salih, serokkomarê Iraqê li axiftineke li televîzyonê ku îro hat belavkirin,got ku her salê kesên azadîxwaz van rojana ber bi aliyê serwesê azadîxwazên cîhanê, Îmam Huseyn(s) ve diçin û bi viyana neteweyî ya hevgirtî û îmaneke kûr li nirxên bilind ku sedema peywendiya wan e, ber bi baregeha wî va diçin ku teqez bikin Huseyn(s) îmam û sembola kesên xizan û istûxwar û qibleya van kesan e ku bo niştimana xwe têkoşînê dikin. 

Serokkomarê Iraqê her wiha got ku Îmam Huseyn(s) hînî me kir ku em dijwarî û zemetiyan derbas bikin û bo axa û niştimana xwe û  bo mirovantiyê têkoşînê bikin û gotin û kiryara me weke hev bin û bi viyan û bi micidî li dû çêtirkirina  karûbaran bin. 

Wî hêvî kir ku  ev boneya bibe sedema xurtkirina viyana giştî bona parastina niştiman û reform û rawestana li be gendeliyê û gişta li asta pirsgirêkan û gefên li hember Iraqê agehdar bike û neçarî parastina welêt û dewama  riya reform û sererastkirinê bike.