Berem Salih bi boneya Erbeîna Huseynî(s): Gelê Iraqê hêjayî jiyaneka baştir in
Serokkomarê Iraqê li axiftinekê bi boneya salroja Erbeîna Îmam Huseyn(s) ser piştgiriya ji maf û xwestekên rewa yên xwenîşanderan teqez kir û got: Gelê Iraqê hêjayî jiyaneka baştir in.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Middle East News`ê, Berhem Salih, serokkomarê Iraqê li axiftineke li televîzyonê ku îro hat belavkirin,got ku her salê kesên azadîxwaz van rojana ber bi aliyê serwesê azadîxwazên cîhanê, Îmam Huseyn(s) ve diçin û bi viyana neteweyî ya hevgirtî û îmaneke kûr li nirxên bilind ku sedema peywendiya wan e, ber bi baregeha wî va diçin ku teqez bikin Huseyn(s) îmam û sembola kesên xizan û istûxwar û qibleya van kesan e ku bo niştimana xwe têkoşînê dikin.
Serokkomarê Iraqê her wiha got ku Îmam Huseyn(s) hînî me kir ku em dijwarî û zemetiyan derbas bikin û bo axa û niştimana xwe û bo mirovantiyê têkoşînê bikin û gotin û kiryara me weke hev bin û bi viyan û bi micidî li dû çêtirkirina karûbaran bin.
Wî hêvî kir ku ev boneya bibe sedema xurtkirina viyana giştî bona parastina niştiman û reform û rawestana li be gendeliyê û gişta li asta pirsgirêkan û gefên li hember Iraqê agehdar bike û neçarî parastina welêt û dewama riya reform û sererastkirinê bike.