Tekîda Berhem Salih ser rawestandina êrişa Tirkiyê ser bakûra Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309432-tekîda_berhem_salih_ser_rawestandina_êrişa_tirkiyê_ser_bakûra_sûriyê
Serokkomarê Iraqê li hevdîtina tev wezîrê karên derve yê Firansayê ragihand ku pêwîste êrişa Tirkiyê ya ser bakûra Sûriyê bê rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2019 16:57 Asia/Tehran
  • Tekîda Berhem Salih ser rawestandina êrişa Tirkiyê ser bakûra Sûriyê

Serokkomarê Iraqê li hevdîtina tev wezîrê karên derve yê Firansayê ragihand ku pêwîste êrişa Tirkiyê ya ser bakûra Sûriyê bê rawestandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, ji zarê Sumiriye News`ê, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li hevdîtina xwe ya îro pêncşemiyê tev Lodêriyan wezîrê karên derve yê Firansayê li koşka Selam ragihand:  Pêwîste êrişa Tirkiyê ya ser bakûra Sûriyê bê rawestandin.

Berhem Salêh bal kişande ser viya ku hîn jî gelê Iraqê ji ber kavilkarî û cinayetên terorîstên DAIŞ`ê pirsgirêkên zav hene got: Pêwîste civata cîhanî alîkariya gelê Iraqê bike ta ku rewşa ewlehiya Iraqê bigehêje vê astê ku rê li ber terorîstan bê girtin ta ku mecalê peyda nekin ku bikevine nav axa Iraqê û dest bi cinayetên nemirovane bikin.

Berhem Salih Herwisa ragihand  pêwîste êrişa Tirkiyê ya ser bakûra Sûriyê bê rawestandin ta ku pîşiya karesata mirovî derheq gelê Sûriyê bê girtin.