Pêgirîya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ser pêwîstiya parastina yekparçetiya axa Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309418-pêgirîya_wezîrê_karên_derve_yê_iraqê_ser_pêwîstiya_parastina_yekparçetiya_axa_sûriyê
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê dli hevdîtina tev hevtayê xwe yê firansî li Bexdayê de ser pêwîstiya parastina yekparçetiya axa Sûriyê sekinî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2019 13:05 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ser pêwîstiya parastina yekparçetiya axa Sûriyê

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê dli hevdîtina tev hevtayê xwe yê firansî li Bexdayê de ser pêwîstiya parastina yekparçetiya axa Sûriyê sekinî.

Li gor rapora IRIB News`ê, Muhemed Elî El-Hekîm  Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di hevdîtina tev Lodiryan hevtayê xwe yê firansî xwe li Bexdayê bal kişande ser viya ku hîn jî grûpên terorîstî li nav axa Sûriyê hene got: Dewleta Iraqê teybîrên ewlehiyê yên pêwîst berçav girtine ta ku terorîstên nav axa Sûriyê nekevine nav axa Iraqê.

Hekîm herwisa bal kişande ser êrişa eskerî ya Tirkiyê ser axa Sûriyê û dûhatên vê êrişê ji wan revîna terorîstan ber bi axa Iraqê destnîşan kir: Birek ji terorîstên DAIŞ`ê û malbatên xwe dixebitin birevin û bikevine nav axa Iraqê lê Bexda hemû terorîstan hema li ser sînor dê bigre û wan dê mehkeme bike.

Lêdêryan jî destnîşan kir: Zivirîna terorîstên DAIş`ê xeterekî mezine ji bo Iraq û Sûriyê.

Gor nûçeyekî din ji parêzgeha Duhoka Iraqê: Piştî êrişa eskerî ya Tirkiyê ser axa Sûriyê 500 kurdên sûrî xwe gihandine Herêma Kurdistana Iraqê û niha li kempên awareyan dimînin.

Eva li halekê ye ku saziyên mirovdostane yên nedewletî li Herêma Kurdistana Iraqê pêştir xwe ji bo hatina van cure awareyan amade kiribûn.

Gelek ji welatên cîhanê êrişa Tirkiyê ser axa Sûriyê mehkûm kirine.