Bêencamiya Plana DAIŞê ji bo Êrişa ser Ziyaretkirên Huseynî
Çirî 15, 2019 05:18 Asia/Tehran
Artêşa Iraqê duh ragihand ku plana qirêj a koma terorîst a DAIŞê ji bo êrişa ser ziyaretkirên Erbeyîna Huseynî (S) bê encam kiriye.
Li gor nûçeya Al-Alamê, Serfermandetiya Operasiyonê ya Artêşa Iraqê li Samerayê ya parêzgeha Selahedînê bi daxuyaniyekê diyar kir: Leşkerên iraqî di encama operasiyonekê de plana qirêj a koma terorîst a DAIŞê ji bo êrişa ser ziyaretkirên Erbeyîna Huseynî (S) bê encam kir.
Li gor vê nûçeyê terorîstên DAIŞê dil hebûn li devera El-Sîfûne ya rojhilata Samerayê êrişî ser ziyaretkirên Erbeyîna Huseynî (S) bikin ku di encama operasiyona artêşa Iraqê de ev plana wan negihêşte serî û di encamê de 2 terorîstên xwekuj ên DAIŞê ku êlekê teqndinê li xwe kiribûn hatin kuştin û çar bombe jî hatin dîtin û ji kar hatin xistin.